Kiliçdaroglu: Li cihê ku medya ne azad be demokrasî nabe

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP Kemal Kiliçdaroglu derbarê yasaya nû ya ya sînordarkirina ragihandina medya civakî û girtina rojnamevanan de rexne li desthilatê girtin û got “Li cihê ku medya ne azad be demokrasî nabe.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna firaksiyona partiya xwe de derbarê pêşhatên dawî ên li Tirkiye, navçe û cîhanê de axivî.

Guvaşên vê dawî yê yên hikûmeta Tirkiye li ser saziyên ragihandinê û rojnamevanên li Tirkiye yek ji mijarên sereke yên gotara Kiliçdaroglu bûn û derbarê vê helwêstê rexne li desthilatê girtin û got “Eger me welat birêvebir dê medya azad be. Li cihê ku medya ne azad be demokrasî nabe.”

Serokê CHPê derbarê yasaya nû ya otosansurê ku biryar e  di çarçoveya wê yasayê de nûçegihaniya li ser medya civakî bê kontrolkirin de jî axivî û got: “Dibêjin eger ev projeyasa ket meriyetê dê azadiya ragihandinê bihêztir bibe, eger vê  bibêjin dê berovajiya wê bibe.”

Kemal Kiliçdaroglu derbarê girtina rojnamevanan û bêdengkirina ragihandinê ya li Tirkiye de jî got: “Eger rêveberiyek neheqiyê bike naxwaze rojnamevan biaxivin û dixwaze wan bêdeng bike.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha axivî “Mirovekî rast û dirust ji rojnamevanan natirse. Rêveberiyeke baş ji rojnamevanan natirse. Rêveberiyeke baş dixwaze rojnamevan bi çavek rexneyê li cîhanê binêre. Kî ji rojnamevnan ditirse? Ew kesên mal  didizin ditirsin. Ji ber ku ew kesê mal dibe dê bibêje eger rojmevan vê binivîse dê çi bi serê me bê û divê wê demê em wî bêdeng bikin. Eger rêveberiyek neheqiyê bike naxwaze rojnamevan biaxivin û dixwaze wan bêdeng bike. Ji ber wê jî tişta ku niha tê kirin ev e.”

Ev gotinên Serokê CHPê di demekê de ne 16ê Hezîrana 2022ê 16 rojnamevanan Kurd li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hatibûn girtin.