Mîthat Sancar: HDP dê vê planê betal bike

21-06-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Mîthat Sancar Dadgeha Destûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê derbarê biryara qebûlkirina doznameya girtina HDPê de ragihand, “Gel parêzerê vê dozê ye û HDP dê vê planê betal bike.”

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Pervîn Buldan li navenda giştî ya partiyê ya li Enqerê derbarê biryara qebûlkirina doznameya girtinê ji aliyê Dadgeha Destûrî ve kongreyeke rojnamevanî encam dan.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar dibêje, bi vê biryarê “li Tirkiyê em gihiştin qonaxeke nû û divê her kes armanca vê dozê bibîne û berpirsyariya xwe bicî bîne.”

Mîthat Sancar bal kişand ser zêdebûna guvaşên li ser HDPê di heyamên dawî de û got, “Ev biryar encama operasyonên siyasî yên li dijî HDPê ne û ne yasayî ye.”

Dadgeha Destûrî berî niha doznameya girtina HDPê red kiribû û Mîthat Sancar dibêje, dadgehê cara yekem “bi duristî doznameya girtina HDPê red kir. Di demekê de tiştek nehatiye guhertin, di bin gefên siyasî û şantajan de, Dadgeha Destûrî vê carê doznameya girtina HDPê qebûl kir.”

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî berî niha ji ber redkirina dosyeya derbarê HDPê de daxwaza girtina Dadgeha Destûrî kiribû û ragihandibû ku vê carê ew dadgeh neçar e doznameya girtina HDPê qebûl bike. Mîthat Sancar jî bal kişand ser van daxwaz û hewlên MHPê û got, “Ev doz li navenda giştî ya MHPê hatiye amadekirin. Her kes dizane ku Dozgerê vê dozê desthilat bi xwe ye.”

Hevserokê HDPê got ku Dadgeha Destûrî “çavên xwe li ser her tiştî girt û bi vê biryarê derfeteke dîrokî ji dest da” û tekez kir, “Em dê heta dawiyê HDPê biparêzin û parêzerê vê dozê û HDPê jî gel e. Di ahengên 8ê Adarê û Newrozê de gelê me nîşan da ka dê çawa HD`ê biparêzin. Parêzerên vê dozê di destpêkê de gelê Kurd e û bi hevkariya gelên Tirkiyê dê vê dozê vala derxin.”

Her di dewama axaftina xwe Sancar got, “Dadgeha Destûrî bi biryara xwe dê pêşeroj û çarenivîsa demokrasiya Tirkiyê diyar bike” û diyar kir, “Eger biryara girtina HDPê bê dan, Dadgeha Destûrî biryara girtina xwe dide, di çavên cîhanê de xwe ji nav dibe.”

Mîthat Sancar herwiha dûpat kir, “Bê guman em dê HDPê biparêzin, HDP li Tirkiyê çiraya geş a rewşenbîrî û demokrasiyê ye. HDP bi vê hizra xwe ya bihêz û piştgiriya bihêz a gel dê vê pîlanê betal bike. HDP dê li dijî vê biryarê hemû rêyan bide ber xwe û em dê HDPê heta dawiyê biparêzin û vê planê jinav bibin.”

Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî, îro Duşemê 21ê Hezîrana 2021ê demjimêr 10ê sibehê, bi armanca lêkolîna derbarê doznameyê de civiya û bi tevahiya dengên endamên dadgehê biryara qebûlkirina dosyeyê hat dayîn.

Li gor Maddeya 69 a Destûra Tirkiyê, bo girtina her partiyeke siyasî, birrîna beşek an hemû hevkariyên xezîneya dewletê ji ser wê partiyê, ji 15 endamên Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê, divê 10 endam dengê erê bo biryarê bidin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst