Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê doznameya girtina HDPê qebûl kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê doznameya girtina HDPê qebûl kir. Serokê Dadgeha Bilind a Destûrî ya Tirkiyê Zuhtû Arslan ku wek raportor hatiye rasipardin, xwestibû îdîanameya Dozgeriya Giştî ya Komarî ya derbarê girtina HDPê de were pesendkirin. Ew dosye berî niha du caran hatibû redkirin.

Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî, îro Duşemê 21ê Hezîrana 2021ê demjimêr 10ê sibehê, bi armanca lêkolîna derbarê doznameyê de civiya û bi tevahiya dengên endamên dadgehê biryara qebûlkirina dosyeyê hat dayîn.

Li gor Maddeya 69 a Destûra Tirkiyê, bo girtina her partiyeke siyasî, birrîna beşek an hemû hevkariyên xezîneya dewletê ji ser wê partiyê, ji 15 endamên Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê, divê 10 endam dengê erê bo biryarê bidin.

Heyeta Dadgeha Destûrî daxwaza dozger Bekîr Şahîn a ji bo blokekirina hesaba bankî ya HDPê jî gotûbêj kir ku wek “tedbîrekê” pêşkêş kiribû, lê heyetê ev daxwaz red kir.

Piştî Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî îdîanameya girtina HDPê qebûl kir, niha qonaxa yasayî ya proseya girtina HDPê bi fermî destpê dike û bo xweparastinê dosye ji HDPê re tê şandin û divê HDP di dema 60 rojan de, ji wê roja Dadgeh bo wê diyar dike, parastina xwe amade bike û bişîne.

HDP bo amadekirina parastina xwe dikare daxwaza demeke zêdetir bike. Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî biryarê li ser daxwaza HDPê ya dirêjkirina demê dide. Piştî HDP parastina xwe pêşkêş dike, Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin derbarê îdîanameyê de nerîna xwe tîne ziman. Ew nerîn ji HDPê re tên şandin û piştre di wan rojan de ku Dadgeha Destûrî destnîşan dike, bi awayekî rasterast li Dadgeha Bilind Bekir Şahin daxuyaniyê dide û karbidestên HDPê jî parastina xwe dikin.

Di dawiya wê qonaxê de raportorê ku Dadgeha Destûrî ew erkdar kiriye, raportekê amade dike, heta bidawîbûna proseyê mafê Dozgerê Giştî û HDPê heye nivîs û belgeyên xwe pêşkêş bikin. Îdîanameya girtina HDPê ku ji 805 rûpelan pêk tê, roja 8ê Hezîrana 2021ê bi îmzeya Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin ji Dadgeha Destûrê re hatibû şandin.

Dadgeha Destûrî di dema borî de 2 caran doza girtina HDPê red kir. Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê roja 31ê Adara 2021 û 16ê Nîsana 2021ê civiya bo gotûbêjkirina doza girtina HDPê. Di herdu civinan de hinek kêmasiyên di îdîanemeyê de hatin diyarkirin û bo serrastkirina wan, îdîaname hat redkirin û li Serdozgeriya Giştî hat vegerandin.

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind berî niha ragihandibû ku wan di doznameyê de wan daxwaza qedexeya siyasî bo 451 siyasetmedaran kiriye û eger Dadgeha Destûrî biryara girtina HDPê bide, derbarê wan 451 siyasetmedaran de qedexeya siyasî dê bê danîn û bo dema 5 salan nikarin ti endamtiyekî di partiyên siyasî de bikin.

Li Tirkiyê ne tenê partiyên opozisyon û alîgirên HDPê dijî girtina HDPê ne. Beşeke zêde ya dengderên partiyên din jî hewlên girtina HDPê erênî nabînin. Li gor rapirsiya dawî ya navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kiriye, ji sedî 30ê dengderên AKP, ji sedî 67.3ê dengderên CHP, ji sedî 59.4ê dengê xwe dane ÎYÎ Partî, di wê baweriyê de ne ku hewla girtina HDPê ne yasayî ye û biryareke siyasî ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.