Li Tirkiyê kesên mask bikar naynin bi 900 lîre têne cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji walîtiyan re ferman şand û li gor fermanê kesên ku mask nedin ber devê xwe dê ji sibê pê ve 900 lîre (130 dolar) ceza li wan were birîn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di çarçoveya tedbirên vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) de ji bo bikaranîna mask di 18ê Hezîranê de ji 81 walîtiyan re ferman şandibû û di fermanê de hatibû xwestin ku divê kesên mask nedin ber devê xwe heta 22yê Hezîranê werin hişyarkirin û agahdarkirin, ji wê dîrokê pê ve 900 lîre cezayê îdarî li wan were birîn.

Di vê çarçoveyê de hêzên asayîşê 4 rojan li tevahiya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di kontrolan de hişyarî da kesên ku mask bi kar naynin û ew agahdar kirin.

Ji sibê pê ve kesên ku guh nedin mecbûrkirina bikaranîna mask, li gor benda 282yemîn a Qanûna Tendirustiya Giştî 900 lire cezayê îdarî dê li wan were birîn.

Bikaranîna mask li 48 bajêran li her derî, li 33 bajêran jî li cihên qerebalix ên weke mol,  market, restoran, kafeyan, kargehên komî mecbûrî ye.