Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê %44 xelk dibêje pêwîstî bi partiyeke siyasî ya nû heye.
Şirketa lêkolînan a bi navê Optimar dawiya meha Gulanê li 26 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi 1508 kesan re rapirseyek derbarê “rojeva siyasî” de pêk anî.
Rêvebirê Optimarê Hilmî Daşdemir ji Rûdawê re diyar kir ku %44 beşdariyên rapirsiyê gotine pêwîstî bi partiyeke nû heye, %47,8 gotine nîne, %6,4 gotine fikra min nîne û %1,7 jî gotine bersiv nîne.
Kesên ku gotine pêwîstî bi partiyeke nû heye %61,5 alîgirên HDPê ne, %54,7 alîgirên CHPê ne, %43,3 alîgirên MHPê ne û %24.9 jî alîgirên AK Partiyê ne.
Gel piştevaniya sîstema serokatiya dike
Hilmî Daşdemir diyar kir ku li gorî lêkolîna wan %50 xelk piştgiriya sîstema serokatiyê li Tirkiyê dikin û %51 jî dixwazin Recep Tayyip Erdogan bibe Serokê Tirkiyê.
Daşdemîr wiha got: “Derbarê destûra bingehîn a nû de jî biryara gel zelal e. Zêdetirî %60 destûra bingehîn a nû dixwaze û ne mimkûn e ku kes rê li ber bigre.”
Pêvajoya Çareseriyê: %27
%59,9 beşdariyan ji pirsa “Hûn piştgiriya têkoşîna niha li dijî terorê ya hikûmeta dikin?” gotin, “erê”
%27,3 beşdariyan ji pirsa “Hûn dixwazin dîsa pêvajoya çareseriyê destpê bike?” gotin “erê” û %65,8 beşdariyan jî gotin, “na”.
Li gor encama rapirsiyê %73,6 xelk piştevaniya rakirina parêzbendiya parlamenteran dike û %21,2 jî li dijî rakirina parêzbendiyê ne.
Akşener û MHP
Rêvebirê Optimarê herwiha got: “ Ji sedî 33 xelkê gotiye heger Meral Akşener bibe seroka MHPê ewê dengên xwe bidene wê. Ev rêje hima hima 3 qatên rêjeya îro ye. Balkêş e ku taybetî jî %23 alîgirên AK Partiye gotine dibe ku em dengên xwe bidin Meral Akşener.”
Bajarên li rapirsî hatine kirin
Edena, Agirî, Enqere, Antalya, Aydin, Balikesir, Bursa, Erzîrom, Dîlok, Hatay, Stenbol, Îzmir, Kastamonu, Kayserî, Kirikkale, Kocaelî, Konya, Meledî, Manisa, Mêrdîn, Samsun, Amed, Tekirdag, Trabnzon, Wan û Zonguldak.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse