Tariq Haşimî: Em nikarin kurdan neçar bikin di nav Iraqê de bimînin

21-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê berê yê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî, ku bi tohmeta “piştgiriya terorê” bi cezayê îdamê hatiye mehkûmkirin, li ser rewşa Iraqê got, Iraq ber bi perçebûnê ve diçe. Haşimî her wiha li ser dewleta serbixwe ya kurdî jî got, kurd dê bixwe li ser paşeroja xwe biryar bidin eger serxwebûna xwe jî ragihînin ew sûcê Malikî ye nek yê wan.

 

Alîkarê berê yê Serokomarê Iraqê Tariq Haşimî, ku niha li Tirkiyê ye, çend roj berê li ser êrişên çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê DAIŞê li dijî bajarê Mûsilê û hinek deverên din ên sunnî yên Iraqê gotibû, hinek berjewendiyên me li hev digirin.

Lê Haşimî di hevpeyvînekê de digel televîzyona CNN Turk a Tirkiyê vê carê jî diyar kir, bûyerên niha yên Iraqê serhildana erebên sunnî yên Iraqê ye yên ku ji aliyê hikûmeta Malikî ve zulm dîtine û wiha got: “Helbet di nav vê serhildanê de sunniyên nerm bi sunniyên radîkal re ferq dikin.”

Tariq Haşimî xwe jî xist nav rêza “sunniyên nerm” ên Iraqê û wiha anî ziman: “Ferqa me û yên radîkal ew e ku rojeva me herêmî ye nek navdewletî ya din daxwaziya sunniyan ew e ku reform li Bexdayê were kirin. Em sîstemeke wisa dixwazin ku li ser bingeha parvekirina adilane û zelal a desthilatê were avakirin. Ti pêwendiyên me bi hêzên radîkal re tine.”

Li gorî alîkarê berê yê serokomarê Iraqê, girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve balkêş e lê ew nikarin vê modêlê li hemû Iraqê bicîh bikin ji ber ku civaka Iraqê mezin bûye û kultura pevre jiyanê pêş xistiye, jixwe ev jî di îdeolojiya DAIŞê de tine.

Tariq Haşimî, destnîşan kir ku rewşa nihya Iraqê ber bi şerê mezhebî ve diçe û got, em alîgirê yekperçebûna xaka Iraqê ne lê eger rewş bi vî awayî bidome zehmet e Iraqê yekperçe bimîne.

Li ser rewşa kurdên Iraqê û avakirina dewletek serbixwe ya kurdî li Bakûrê Iraqê jî Haşimî got, rewşa ku niha heye li gorî dilê gelê kurd e, ez wek iraqiyekî helbet dixwazim kurd di nav Iraqeke yekperçe de bimînin lê em nikarin wan neçarî vê yekê bikin, ewê bixwe li ser paşeroja xwe biryar bidin, eger serxwebûnê jî ragihînin ew sûcê Malikî ye nek sûcê wan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst