Otobus û kamyonet li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sandikliyê ya Afyonkarahisarê otobusa rêwiyan û kamyonetek li hev qelibîn.

Di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Qeza îro li ser rêya sereke ya Afyonkarahîsar û Antalyayê çêbû.

Li gorî zanyariyan, otobuseke rêwiyan û kamyoneteke ku boriyên avdaniyê tê de bûn, li hev qelibîn.

Di qezaya trafîkê de 17 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Lê şofêrê duyem ê otobusê Şukru Akdaş tevî hewldanan li Nexweşxaneya Dewletê ya Sandikliyê canê xwe ji dest da.

Parêzgara Afyonkarahîsarê Kubra Guran Yîgîtbaşiyê piştî bûyerê li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin.

Bi gotina Guran Yîgîtbaşiyê çend çend birîndar piştî çareseriyê çûne malên xwe.

Yîgîtbaşiyê da zanîn ku derbarê qezayê lêkolîn hatiye destpêkirin û got:

“Zanyarî di destê me de hene ku şofêrê barhilgirê alkol vexwariye.

Karûbarên derbarê vê yekê de jî berdewam dikin.

Em dê derbarê encamên lêkolînê daxuyaniyeke berfireh belav bikin.”