Ji ber kûçik rêya xwe guherî: 3 kes mirin

21-05-2024
Nîşan Qeza Kûçik Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Burhaniyeyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê ajokarekî ji ser kûçik da alî û li barhilgirekê xist.

Di vê qezayê de 3 kes mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Qezayê doh li ser rêya Burhaniye û Îzmîrê rû da.

Ajokar Hasan Ozkaya (22) da ku li kûçik nexe rêya xwe guherî û li barhilgira ku ji aliyê din ê rê ve dihat xist.

Ajokar û du kesên di otomobîlê de mirin û Fatma Sila Ecerela 18 salî jî bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan Fatma Sila Ecerel veguhast nexweşxaneyê.

Herwiha her sê term jî rakirin morgê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst