Li Edeneyê erdhej çêbû

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Edene Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Saimbeyli ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyê bi hêza 4.9 pileyê Rîxterê erdhejek çêbû, lê li gor agahiyan ti zirarên erdhejê nebûne.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, îro Yekşemê 21ê Gulana 2023an li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê erdhejek çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej di demjimêr 15:46an de bi hêza 4.9 pileyê Rîxter çêbûye û kûrahiya wê 6,67 kîlometre di bin erdê de bûye.

Ev erdhej li navçeyên derdor jî hest pê hatiye kirin.

Serokê AFADê Yunus Sezer li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku heta niha rewşeke neyînî nîne.

Yunus Sezer got: “Piştî erdheja bi lerza 4,9 ku li navçeya Saimbeylî ya Edeneyê di saet 15.46an de pêk hat, heta niha rewşek neyînî tune ye. Xebatên lêgerîna qadê dewam dikin. Ji bo welatiyên ku bandor li wan bûye, hêviyên baş dixwazim.”

Hatiye ragihandin, ku piştî erdhejê ti agahî derbarê ziraran de nehatine tomarkirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê erhejên paşekî berdewam in û heta niha zêdeyî 7 hezar paşlerze çêbûne.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, di encama erdhejên 6ê Siabtê de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêdeyî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst