Li dervey Tirkiyê 717 hezar û 612 kesan deng dan

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo dengdayîna duyem a Hilbijartina Serokomariyê ku dê 28ê Gulanê roja yekşemê were kirin, ji dengderên derveyî Tirkiyê  717 hezar û 612 kes çûn ser sindoqên dengdayînê.

Hilbijartina Serokomariyê ji bo dengdayîna duyem li nûnertiyên derveyî Tirkiyê û gumrikan duh dengdayînê dest pê kir û didome.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê heta niha ji dengderên derveyî welat 683 hezar û 580 kesan li nûnertiyên derveyî wî welatî, 34 hezar û 32 kesan li deriyên gumrikan, bi tevahî 717 hezar û 612 kesan deng dan.

Dengdayînên li nûnertiyên derveyî Tirkiyê dê di 24ê Gulanê de bi dawî bibin, li gumrikan jî dê 28ê Gulanê saet 17.00 de bidawî bibin.