Xebatên gera dûyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya hilbijartinên 28ê Gulanê yên bo gera dûyem a hilbijartina serokkomariyê de, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 20ê Gulanê li navçeyên erdheja 6ê Sibatê bû.

Li Semsûrê di mîtîngê de ku tê gotin 40 hezar kes beşdar bûne, Erdogan rexne li rikeberê xwe Kilidaroglu girtin, ji beşdaran deng xwestin û behsa projeyên xwe yên bo navçeyên erdhejê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje “Heta ku em sozên xwe cîbicîh dikin, bê rawestan û westan em dê şev û roj bixebitin. Armanca me ew e wek destpêk di nav salekê de em 319 hezar bi giştî 650 hezar xaniyan ava bikin. Navçeyên erdhejê ji berê saxlemtir, bi bernametir û bikin cihekî xweştir. Li vê herêmê li her cihî bingehê avahiyan hatine danîn, lêkirinê destpê kiriye û em bi hevre li karê ku li Adiyamanê hatiye destpêkirin binêrin.”

Erdogan dîmenên avahiyên ku li Semsûrê hatine lêkirin û projeyên wan bi beşdarên mîtîngê re parvekirin.

Di heman demê de Hevpeymaniya Millet jî lez dane xebatên. Heman rojê rêveberên CHPê di encama xebatên bo gera dûyem a hilbijartinê de ligel xelkê Aydinê civiyan û ji bo Kilidaroglu daxwaza dengan kirin û gotin ev hilbijartin di asta referandûmê de ye.

Serokwekîlê Fraksiyona CHPê Ozgur Ozel got “Dê 28ê Gulanê referandûma hejariyê be. Yên ku dibêjin bila hejarî nemîne, bila sîgorta malbatê were, bêkarî xilas bibe, mûçeyê kêmane nebe mûçeyê esasî, nirxê tiştan erzan bibin û enflasyon dakeve dê dengê xwe bidin Kemal beg.”

Heftiyek ma ji gera dûyem a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê re û rikeberî dijwar e. Di gera yekem a dengdana serokkomariyê de ku 14ê Gulanê hatibû kirin Erdogan %49.5ê dengan û Kiliçdaroglu jî %44.88ê dengan bidest xistibûn. Di 28ê Gulanê de dê welatiyên Tirkiyê yek ji van her dû berbijêran wek serokkomarê nû yê wî welat hilbijêre.