Pitika ku rastî destdirêjiyê hat canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çaycuma ya parêzgeha Zoguldakê ya Tirkiyê pitika 2 salî Nisa Nur O. a ku Furkan Sevînç (25) destdirêjî lê kiribû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Furkan Sevînç hatiye girtin û bo girtigehê hat şandin. Herwiha lêpirsîna dayika pitikê M.O û kesê bi navê M.G. ku tê îdiakirin têkiliya wî bi bûyerê re heye li emniyetê berdewam e.

Li gorî nûçeya DHAyê li navçeya Çaycuma ya Zoguldakê dema ku Furkan Sevînç (25) li malê bi pitika 2 salî Nisa Nur O. re bi tenê dimîne destdirêjî lê kiribû û ew rakiribû nexweşxaneyê, lê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Bûyer di 18ê Gulanê de li Taxa Îstasyonê ya navçeya Çaycuma qewimî. Li gorî îdiyan Furkan Sevînç şeva xwe li mala diya pitikê M.O. derbas kiriye. Roja din M.O. bi keça xwe ya 8 salî re diçe marketê. Di wê navberê de Furkan Sevînç destdirêjî li pitika 2 salî Nisa Nur O. dike û pitik bêhiş dikeve. Furkan Sevînç ji bo ku pitikê bêne ser hiş ew davêje hewayê û şîmaq lî dixe.

Gava ku Furkan Sevînç dibîne ku pitik nayê ser hişê xwe, pitikê dibe nexweşxaneyê. Sevînç li nexweşxaneyê xwe wek xalê pitikê dide naskirin û dibêjê pitik bi atiyê ketiye. Piştî muayeneya doktor tê fêmkirin ku piti rastî destdirêjiya zayendî hatiye û Furkan Sevînç hat girtin.

Li xwe mukir hat

Sevînc ê ku hat desteserkirin di îfadeyên xwe de sûce xwe qebûl kir û diyar kir dema ku diya pitikê M.O. çûye marketê wî destdirêjî li pitikê kiriye û pitik bêhiş ketiye û ji bo ku pitikê bîne ser hiş ew avêtiye hevatê û şîmaq lêxistiye.

Piştre Furkan Sevînç derxistin pêş dadgehê û ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin girtîgehê.

Nisa Nur ji Nexweşxaneya Dewletê ya Çaycumayê bi ambûlansê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Zonguldak Bulent Ecevît hat kirin.

Nîsa Nûr a ku di beşa lênêrînê ya giran de dihat dermankirin, tevî hemû hewldanan saet derdora 10.00’an de jiyana xwe ji dest da.

Pitika 2 salî Nisa Nur a ku Furkan Sevînç (25) dema li malê bi tena serê xwe îstîsmara zayendî lê kiribû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din lêpirsîna dayika pitikê M.O û kesê bi navê M.G. ku tê îdiakirin têkiliya wî bi bûyerê re heye li emniyetê berdewam e.

Keça din a 8 salî ya M.O. ji malbatê hat stendin û xistin bin parastinê.