HDPê derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de daxuyaniyek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - HDPê diyar kir ku li ser Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag “propagandaya qirêj” tê meşandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  li ser hesabê xwe yê medya civakî yê fermî daxuyaniyek belav kir û te hat destnîşankirin ku li ser hevserokên wan ên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag propagandaya qirêj tê kirin.

HDPê di parvekirina xwe de diyar kir ku "Propagandaya qirêj ji aliyê Tifaqa Cumhur ve tê kirin" û wiha dibêje:

“Tifaqa Cumhur a ku li ser hevalên me yên girtî propagandaya qirêj dike, hesbê van hemû sûcan bide. Tevî ku Demîrtaş, Yuksekdag û hemû hevalên me yên din bi awayekî neheqî di zindanan de tên girtin yek gavek paş de navêjin rast disekinin. Hemû tirsa van ji ber vê ye.”