Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê bo hefteyekê hişyariya baranê da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku dê hefteyekê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare û ji ber egera lehiyê divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji îro 21ê Gulana 2023an û pê ve dê hefteyekê li parêzgehên Amed, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Qers, Erdexan, Îdir, Şirnex û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Enqere, Çankiri û Kirikkale yên Tirkiyê dê baraneke zêde bibare û egera lehiyê heye.

Li gor saziya navborî ligel ku demsala havînê ye nayê pêşbînîkirin ku pileya germê zêde bibe û dê bo dema hefteyekê li seranserê Tirkiyê ligel baranê ba û bahoz jî hebe. Hişyarî hatiye dayîn ku li beramber ba û bahozê tedbîrên pêwîst bên wergirtin ku hefteya borî bûbû sedema zerara madî.

Doh li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê daketibû û li parêzgeha Colemêrgê jî berf bariya bû.