Demirtaş ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariyê banga 'seferberiyê' kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş di peyameke nû de got: “Daxwaza min ji her kesê ku dengê me dibihîze, her derê ku dengê min digihê, derî bi derî bigerin.”

Hefteyek beriya gera duyemîn a hilbijartina serokomariya Tirkiyê, siyasetvanê Kurd û Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê axaftina xwe ya hefteyek beriya hilbijartinên 1ê Mijdara 2015an parve kir.

Demirtaş di peyama xwe de ji bo gera duyem a hilbijartina serokkomariyê banga xebatek berfireh û seferberiyê dike.

Demirtaş di vê peyama xwe de dibêje: “Daxwaza min ji her kesê ku dengê me dibihîze, her derê ku dengê min digihê, derî bi derî bigerin. Nebêjin dengek çi diguhere. Divê her kes hefteya bê bi ruhê seferberiyê, mal bi mal bigerin û xebatên hilbijartinê berfireh bikin. Hefteya pêşiya me dê her tiştî diyar bike.”

Gera duyem a hilbiajrtina serokkomariyê li Tirkiyê dê 28ê Gulanê bê lidarxistin û her du berbijêrên sereke Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu rikeberiya hev dikin.

 

 Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.