Di navbera polîs û komekê de alozî derket: 4 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kadikoy a Stenbolê di navbera komekê û polîsan de alozî derket û polîsan gule berdan hewayê. Polîsan pişt re jî 4 kes desteser kirin.

Li gor nûçeya AAye li Plaja Moda ya navçeya Kadikoya Stenbolê, îro danê êvarê çend gencan bi dengekî bilind guhdariya muzîkê kirine û dest bi kêfê kirine.

Polîsan midexaleyê ciwananan kir û dest bi ser hoparlora wan a muzîkê de girtin, li hemberî vê yekê ciwanan jî bertek nîşanî polîsan dan.

Di navbera polîs û ciwanan de alozî  çêbû û polîsan gaza îsotê li ciwanan reşand.

Hin ciwanên komê li dijî hewldana polîsan a desteserkirinê nerazîbûn nîşan dan û li hemberî wê jî polîsek çek ji ber xwe derxist û gule berdan hewayê. Ciwanan xwest ji cihê bûyerê dûr bikevin, lê polîsan ketin li pey man.

Hat zanîn ku di encamê de ciwan hatin desteserkirin.