Li Edenê û Deryaya Egeyê erd hejiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Ege ya Tirkiyê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê zêdeyî 7 kîlometre bin erdê bûye, her wiha li Saimbeyli ya Edenê jî erd hejiya.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Yekşemê 21ê Gulana 2023an ragihand ku li Deryaya Ege û Girava Giritê nêzîkî parêzgeha Mugla ya Tirkiyê demjimêr 07:36 deqqe bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 7,59 kîlometre bin erdê bûye.
AFAD ragihand ku li navçeya Saimbeyli ya Edenê jî di demjimêr 04:40an de erdhejeke bi hêza 3.5 pile erd hejiyaye.
Di heman demê de di 18ê Gulanê de jî li Deryaya Egeyê bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbûbû.
Piştî erdhejên navend Mereşê yên 6ê Sibatê li seranserê Tirkiyê erhejên paşekî berdewam in û pispor hişyariyê didin ku dibe erdhejên hêza wan zêdeyî 7 pileyan çêbibin.