Li Edenê û Deryaya Egeyê erd hejiya

21-05-2023
RÛDAW
Nîşan Edene Deryaya Egeyê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Ege ya Tirkiyê bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê zêdeyî 7 kîlometre bin erdê bûye, her wiha li Saimbeyli ya Edenê jî erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Yekşemê 21ê Gulana 2023an ragihand ku li Deryaya Ege û Girava Giritê nêzîkî parêzgeha Mugla ya Tirkiyê  demjimêr 07:36 deqqe bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 7,59 kîlometre bin erdê bûye.

AFAD ragihand ku li navçeya Saimbeyli ya Edenê jî di demjimêr 04:40an de erdhejeke bi hêza 3.5 pile erd hejiyaye.

Di heman demê de di 18ê Gulanê de jî li Deryaya Egeyê bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbûbû.

Piştî erdhejên navend Mereşê yên 6ê Sibatê li seranserê Tirkiyê erhejên paşekî berdewam in û pispor hişyariyê didin ku dibe erdhejên hêza wan zêdeyî 7 pileyan çêbibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst