Erdogan û Johnson endamtiya Swêd û Fînlandyayê bo NATOyê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson peywendiyeke telefonî pêk anî. Erdogan û Johnson di peywendiyê de endamtiya Swêd û Fînlanyayê gotûbêj kirin

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê di hevdîtinê de, ligel peywendiyên Tirkiye û Imaratê daxwaza endamtiya NATOyê ya welatên Finlenda û Swêde û şerê Rûsya-Ukraynayê jî di nav de pêşveçûnên navçeyê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di hevdîtinê de diyar kiriye ku peywendiya welatên Finlenda û Swêde ligel rêxistinên PKK-YPGê pirsgirêkeke bingehîne û divê ev li ber çav bê girtin.

Erdogan di hevdîtinê de amaje pê kiriye ku ew dixwazin di mijara xwedî derketina  Finlenda û Swêd li nirxên NATOyê piştrast bin û li beramber daxwaza endamtiya NATOyê ya welatên ku piştgiriyê didin terorê nerazîbûna welatiyên Tirkiyê jî neyê paşguhkirin.