Endamekî berê yê Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi 10 sal zindan hat cezakirin

21-05-2019
RÛDAW
Nîşan Mustafa Tepedelen Cemaeta Fetullah Gulen 10 sal Zindan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê 10 sal zindan li ser endamê berê yê Dadgeha Bilind a Tirkiyê Mustafa Tepedelen bi hêceta yek ji berpirsên Cemeata Fetulah Gulun e hat sepandin

 

Di civîna dadgehê de, Tepedelen “bi tometa endambûna rêxistineke terorîst a çekdar hat dagehkirin” lê wî hemû tometên li ser xwe red kirin û berevanî li xwe kir ku ne endamê Cemaeta Gulen e, û li ti dibistaneke ser bi wan ve nexwendiye.

 

Tepedelen ew yek jî red kir ku beşdarî civînên Cemeata Fetulah Gulen bûye yan jî bernameya Bay Lock bikaraniye ku ji aliyê Cemaeta Gulen ve hatiye bikaranîn.

 

Dadgehê piştre 10 sal zindanî bi ser Mustafa Tepedelen de sepand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst