Haşim Haşimî ji Amedê dibe namzed

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedarê Kurd Seyyîd Haşim Haşimî ji Partiya Saadetê dibe namzedê Amedê bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên parlamentoya Tirkiyê.

 

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu berî niha gotibû çend namzedên wan ên suprîz hebin.


Seyyîd Haşim Haşimî ji Rûdawê re got, ew di hilbijartinên giştî yên 24ê Hezîranê de ji Amedê li ser lîsteya Partiya Saadetê dibe namzed bo parlamentoya Tirkiyê.


Partiya Saadetê ku ligel Partiya Gel a Komarî (CHP) ÎYÎ Partî û Partiya Demokrat tifaqa Miletê pêk aniye xwe amade dike ji bo hilbijartinên 24ê Hezîranê li Amedê rapora xwe ya derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurdî de eşkere bike.