HDP dixwaze li hemberî biryara rakirina parêzbendiyê dozê veke

21-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Piştî nîqaşên dûr û dirêj Parlementoya Tirkiyê yasaya ku rê dide rakirina parêzbendiya yasayî ya parlementeran bi dengên MHP, AK Partî û beşek parlemeneterên CHPê hate pesend kirin. Piştî qebûlkirina yasayê hem HDP hem jî beşek parlementerên HDPê xwe amade dikin ku li dijî vê yasayê li dadgeha destûra bingehîn dozê vekin.


Parlementoya Tirkiyê pêşnumaya AK Partiyê ya rê dide rakirina parêzbendiya yasayî ya parlementeran pesend kirin. Pêşnûmeya AKPê bi du xalan pêkdihat ku xala yêkem bi 373 dengan xala duyem 374 dengan bi giştî pêşnuma jî bi 376 dengan hate erê kirin.


Cigirê Serokê Koma AK Partiyê Bulend Turan derbarê rakirina parêzbendiyê daxuyanî da û got: “Gelê me îro hêvî dikir ku parêzbendî bên rakirin û barê giran yê li ser siyasetê bê avêtin. Tevî hemû nîqaşan û astengan weke we jî dît me bi 376 dengan ev barê giran yê li ser milên siyaseta tirkiyê avêt.”


Beşek zêde ya parlementerên CHP rexneya pêşnumayê kirin lê CHP piştgiriyeke berbiçav da pêşnumaya AK Partiyê.


Parlementerê CHPê Nihat Yeşil ji Rûdawê re wiha got: “Di encamê de divê parlementerên dijbereyê nehên tawanbar kirin. Ji ber ku me heta niha çi caran rê nadeya bêhiquqiyan. Em ligel vê yêkê nabin ku mafê mirovan bi zilmê û zordestiyê û bêaxlaqîyê were bên kirin.”


Hevserokê HDP Selehedîn Demirtaş jî daxuyaniyek da û anî ziman, HDP dev ji tekoşîna xwe bernade û dê rojên pêşiya me li dijî yasayê serî li dadgeha destûra bingehîn bide.


Hevserokê HDPê Selehedîn Demirtaş wiha got: “Gellek derfet hene ku em darbeya bi destê AKPê, CHPê û partiya nivîşkan MHPê hatiye kirin, bisekinînin. Em dê hemû rêyên siyasî, hiqûqî û pratîk bi kar bînin. Hemû kes bila bibîne ku ev parlementoya ne ya faşîsta ne. Ev derê cihê gelê me ye, yên ku li vir zêde ne em in. Li vir cihê faşîzmê tine. Ev dere ne mala babê kesê ye.”


Piştî qebûlkirina yasayê, HDP gotûbêjan li ser rêyên alternatîf dike yek ji wan rêyan jî ew e ku ji aliyê HDPê ve li amedê parlemtoyeke nû were damezrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst