Akdogan: Heger AK Partî lawaz bibe pêvajo dê nemîne!

21-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan dibêje heger HDP benda hilbijartinê derbas bike û desthilatiya AK Partiyê lawaz bibe dê pêvajoya çareseriyê jî nemîne.

 

Yalçin Akdogan, beşdarî bernameya "Ajans Bugun" a televîzyona A Haberê bû û pirsên derbarê rojevê de bersivand.

Akdogan derheqê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya dê ji benda hilbijartinan bibore an nebore de wiha got:

 

“Divê em taybetî vê yekê ji kesên ku dengê xwe bidin HDPê re bibêjin: heger HDP benda hilbijartinê derbas bike û desthilatiya AK Partiyê lawaz bibe dê pêvajoya çareseriyê jî nemîne. Bi kurtasî heger rewş wiha bibe, pêvajoya çareseriyê bihêztir nabe.”

 

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê anî ziman hewldana kesên dixwaze AK Partiyê têk bibin a ji bo HDP bendê derbas bike projeyek e û HDP jî li pêşeroja pêvajoya çareseriyê nafikire û bi hîleyên wan dixape.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst