Êdî nexşeya Kurdistanê û amblemên PKKê sûc nayên hesibandin
Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha 12emîn a cezayê giran a Enqereyê ya Tirkiyê biryar da, êdî nexşeya Kurdistanê, al û amblemên PKKê û wêneyên gerîlayên ku di şer de can dane nabe belge ji bo endamtiya rêxistinê.
Li gorî nûçeya CNN Turk, dadgeha 12emîn a cezayê giran a Enqereyê îro (21.05.2013) ragihand, 32 xwendekarên ku beriya niha ji ber ku li malên wan de nexşeyên Kurdistan û wêne û amblemên PKKê hatibûn dîtin, bi endamtiya PKKê hatibûn sûcdarkirin û derheqê wan de doz hatibû vekirin, bêguneh in.
Dadgehê di şiroveya biryara han de diyar kir ku ji vir û pêde nexşeyên Kurdistanê, al û amblemên PKKê, wêneyên gerîlayên PKKê yên di şer de can dane êdî wek belge ji bo endamtiya PKKê nayên hesibandin.
Tê gotin ku piştî pakêta 4emîn a reformên li nav sîstema darazê de, gelek dozên bi vî rengî dê sûd vê biryara dadgehê werbigirin.