Li Dîlokê otomobîlek wergeriya: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdagiyê ya Dîlokê  otomobîlek wergeriya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku şofêrê wê A.A. bû li ser rêya Nurdagi-Dîlokî wergeriya şerampolê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê qezaya trafîkê.

Di qezayê de şofêr û E.A., Y.A., R.A., Y.A. û Z.A. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Nurdagiyê.

 Hat ragihandin ku rewşa Y.A. giran e.