Geştyarên Kapadokyayê li esman pêşwaziya Cejna Remezanê kirin

21-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Kapadokya Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê yek ji cihên geştyariyên naskirî Kapadokya ye ku dikeve nêzîkî bajarê Newşehirê. Piraniya geştyarên ku diçin Tirkiyê, seredana Kapadokyayê dikin û bi balonên gazê li esmanê navçeyê difirin û temaşeya xweşiya deverê dikin. Îro jî geştiyaran li esman di hundirê balonan de pêşwazî li Cejna Remezanê kirin.

Ev devera balkêş, ji sala 1985an û vir ve di nava Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye.

Navçeya Kapadokyayê ya li parêzgeha Newşehir ya Tirkiyê, yek ji navenda herî girîng a wî welatî ye. Di berbangê de balonan, esmanê navçeyê tijî kirine. Geştiyaran li esman pêşwaziya Cejna Remezanê kirin.

Geştiyar Deniz Karabax anî ziman, “Bajarekî herî xweş ê welatê me ye, xwezayeke me ya xweşik heye. Cara sêyemîn e ez têm Kapadokyayê. Hêvîdarim ji bo welatê me cejn xweş be. Em gelekî dilxweş in û bi coş in.”

Kapadokya bi sitûnên perî û avahiyên xwezayî yên kevir yên newalan, bajarê bin erdê û geşta balonan bi nav û deng e. Dîmenên balkêş yên navçeyê û geşta rojane ya balonên rengareng bûne tiştên girîng yên geştyaran.

Geştiyar Kahraman Serçe got, “Em ji Antalyayê derketin û hatin bo balonan bibînin. Me xwest cejneke bi coş bijîn. Ligel keça xwe hatim Newşehirê, hêviya min ji bo hemû kesan cejneke xweş be.”

Kapadokya ji sala 1985an û vir ve di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO yê. Navçe, parêzgehên Newşehir, Kirşehir, Nîgde, Aksaray û Kayserî li xwe digre û rûberê temamê navçeyê nêzîkî 10 hezar hektar e.

Ev navçe yek ji şaristaniyên herî kevn ya cîhanê ye û sîstema bajarvaniyê ya herî kevn jî li vê navçeyê bûye. Salane zêdeyî 2 milyon geştyar tên serdanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst