Erdogan: Gaza malan û gaza bo germkirinê heta salekê bê pere ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wêstgeha palavtina gaza xwezayî ya Filyose li bajarê Zonguldak ê Tirkiyê hat çalakkirin. Biryar e ew wêstgeh gaza xwezayî ya Deryaya Reş bo bajarên Tirkiyê veguhêze.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di merasîma aktîvkirina wêstgeha gaza xwezayî ya Filyoseyê de beşdar bû.

Erdogan ragihand, dema berhemanîna gaza xwezayî ya Deryaya Reş gihişt kapasîteya xwe ya temam dê Tirkiye salana ji sedî 30ê gaza xwe ya xwezayî bixwe dabîn bike.

Erdogan got: “Di qonaxa yekem de rojane em dê 10 milyon metresêca û bi ew bîrên ku em dê nû vekin jî di demên pêş de bi izna xwedê em dê 40 milyon metresêca gazê di yek rojê de derbixin. Em bi saya vê projeyê ne tenê di warê gaza xwezayî de girêdana welatê xwe ya derve bi asteke girîng kêm dikin, em di heman dem de devara Fîlyos û Zonguldakê jî dikin navendeke girîng a enerjî teknolojî û lojîstîkê. ”

Serokkomarê Tirkiyê li ser bikaranîna gaza xwezayî jî mîzginiyek da welatiyan.

Erdogan got: “Em gaza xwezayî ya ku welatiyên me li malên xwe di  metbexan de û bo germkirina avê bikartînin bo dema salekê bê beramber didin. Nirxê gaza xwezayî ya metbexê û germkirina avê ku mehane bi awayekî navendî dike 25 metresêca dê bo dema salekê ji fatureyan bê daxistin.”

Ev gaz ji kûrahiya 2 hezar û 200 metreyên Deryayê tê derxistin.

Tirkiyê yekem pêngava projeya derxistina gazê di sala 2020an de da destpêkirin.

Piştî 32 mehan dest bi berhemanîna gazê kir.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê, Fatîh Donmez derbarê giringiya projeyê de ragihand, “Vedîtina me xwedî kapasîteyek wiha ye ku dikare pêdiviya gaza xwezayî ya hemû yekeyên niştecihbûnê bo dema 35 salan bi tena serê xwe dabîn bike. Ji bo serxwebûna enerjiyê ya Tirkiyê li qadê zêdeyî 50 keştiyan kar kir. 10 hezar kesan bi dil û can kar kirin daku gaza xwezayî ya Deryaya Reş bigihînin sedsala komara me.”

Li gor Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê yedeka gaza xwezayî ya Deryaya Reş a Tirkiyê 710 milyar metresêca ye.

Derxistina gazê qonax bi qonax berdewam dike û îsal 10 bîr tên vekirin.  Armanca ew e di nava sê salan de jî vê hêjmarê bigihînin 40 bîran.