Wezareta Derve ya Tirkiyê nota da Balyozxaneya Iraqê ya li Enqerê

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç ragihand ku têkildarî daxuyaniyên rayedarên Iraqê yên derbarê operasyona `Pence-Kilîl` de nota dane Maslahatguzarê Balyozxaneya Iraqê ya li Enqereyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Balyoz Tanju Bilgiç, di derbarê daxuyaniyên rayedarên Iraqê yên li ser operasyona `Pence-Kilîl` de bersiv da.

Tanju Bilgiç got, “Li ser nerazîbûnên me û hêviyên me yên ji Iraqê, Maslahatguzarê Balyozxaneya Iraqê ya li Enqereyê îro (21ê Nîsanê) ji bo Wezareta me hat gazîkirin û notayeke ku tê de nêrînên me hene, hat dayîn.”

Bilgeç îdia dike PKKê ev nêzî 40 sal in ji kampên xwe yên li Başûrê Kurdistanê Tirkiyê dike hedef û dibêje, lê heta niha ti bersivek ji rayedarên Iraqê li ser daxwazên wan ên ji bo bidawîanîna li PKKê negirtiye û ev metirsiyê li ser serwerî û aramiya Iraqê jî dike.

Bilgeç herwiha got ku armanca me ya yekem ew e ku hebûna PKKê ya li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rayedarên Iraqê ve ji holê were rakin û dibêje: “Herwiha welatê me her tim amade ye ku li ser esasê berjewendiyên xwe yên hevpar di têkoşîna li dijî PKKê de bi Iraqê re hevkariyê bike.”

Di heman demê de Tanju Bilgiç got: “Heta ku rayedarên Iraqê di vî warî de gavên bi bandor neavêjin û metirsiya ewlehiya neteweyiya me ku PKK ji nav axa Iraqê li ser welatê me dewam bike, welatê me dê li ser esasa mafê xweparastinê ku di xala 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye diyarkirin, tedbîrên pêwîst bigire.”