Gergerlioglu bo 'îşkenceya li zindanên Tirkiyê' bersiva Bozdag da

21-04-2022
RÛDAW
Nîşan Bekir Bozdag Girtîgeh Tirkiye HDP Omer Faruk Gergerlioglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag ragihand, “di zindanan de îşkence tuneye.” Parlementerê HDPê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu jî bersiva wî da û got “Hinek wijdan! li zindanan di nava 4 mehên dawî de ji ber binpêkirinan 24 kes hatine kuştin”

Wezîrê Dadê yê Tirkyê Bekir Bozdag 20ê Nîsanê piştî teqîna li Bursayê li cihê bûyerê civîneke rojnamevanî lidarxist û di vê civînê de balkişand ser mijara îşkenceyên di zindanan de û got: “Di zindanên Tirkiye de îşkence û serederiya xirap tuneye. Li welatê me îşkence û serederiya xirap di asta sifir de ye.”

Bekir Bozdag diyar kir, “Ez bi tekezî dibêjim ku li girtîgehên Tirkiyê tu îşkence û serederiya xerab nîne. Ti tolerans ji bo îşkence û serederiya xerab nîne. Di vî warî de ti îdîayek nehatiye kirin. Her îdîa hatiye lêkolînkirin, nirxandin û têkildarî wan lêpirsîn hatine kirin. Eger pêwîstî hebe hem ji aliyê îdarî û hem jî ji aliyê dadwerî ve ti astengî li pêşiya lêkolînê nehatine derxistin. Hemû heta dawiyê hatine kirin. Ji niha û şûnde jî tê kirin. Girtîgehên me ji kontrolên neteweyî, hundir û derve re vekirî ne.”

Piştî van gotinên Wezîrê Dadê yê Tirkiye parlementerê HDPê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlioglu  li ser hêjmara xwe ya Twitter bi peyamekê bertek nîşanî van daxwiyaniyên Bozdag da û got: “Wijdan! Berî her tiştî bo Ferhan Yilmazê ku di zindana Sîlîvrî 5ê de hatî kuştin rast biaxive!”

Gergerlioglu got: “Biçe ji wir! Ewê ku bersivê nade pirsiyarnameya me, bê navber daxuyaniyên derew dide, raportên CPT asteng dike, li zindanan di nava 4 mehên dawî de ji ber binpêkirinan 24 kes hatine kuştin, wezîrê vî karî van tiştan dibêje? Wijdan! Berî her tiştî bo Ferhan Yilmazê ku di zindana Sîlîvrî 5ê de hatî kuştin rast biaxive!”

Di van rojên dawî de nûçeyên, li zindanên Tirkiyê îşkencekirina girtiyan heye, girtî têne kuştin û ji ber goşarên li ser girtiyan kes xwe dikujin, zêde bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst