Li Enqerê êrişî Serokê Giştî yê CHPê kirin

21-04-2019
RÛDAW
Nîşan CHP Kemal Kiliçdaroglu Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dema beşdarî merasîma veşartina leşkerekî bû, ket ber êrîşa grûbekê. Hat ragihandin ku rewşa Kiliçdaroglu baş e.

 

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku dema li navçeya Çubuklu ya Enqerê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê leşkerê li Colemêrgê hatî kuştin Yener Kiricî bû, ket ber êrîşa grûbekê.

 

Herçiqas leşkeran hewl dan ku Kiliçdaroglu ji êrîşê dûr bixin lê çend kesan bi kulm û pehînan êrîşî wî kirin.

 

Hat zanîn ku rewşa Kiliçdaroglu baş e. Herwiha tê gotin ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî di heman merasîmê de amade bû.

 

Kesên êrîşî Kiliçdaroglu kirin, sloganên "Bila PKK Ji Vê Derê Biçe" bilind kirin, lê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

 

Li navçeya Çelê ya ser bi bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derket û di encamê de 4 leşker hatibûn kuştin û 6 jî birîndar bibûn.

 

Yener Kirici yek ji wan leşkeran e ku li Çelê jiyana xwe ji dest dabû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst