Hilbijartinên bajarê Yalova yê Tirkiyê jî hat betalkirin

21-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê hilbijartnên bajarê Yalova betal kir. Parlamenterê bajarê Yalova yê Tirkiyê û endamê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Miherrem Înce, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi wê tohmetbar kir ku fermana betalkirina hilbijartina şaredarê bajêr daye.

Di hilbijartinên herêmî yên 30 Adarê yên Tirkiyê de, li hinek dever û bajaran di navbera AKP û CHPê de hevrikiyên tund çêbûn.

Yek ji wan bajaran, Yalova bû ku di hilbijartinên berê de wek kelha CHPê dihat zanîn lê di hilbijartinên 30ê Adarê de namzedê AKPê ji CHPê bir.

CHPê li dijî vê encamê serî li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan da û deng ji nû ve hatin hilbijartin, di dawiyê de CHPê bi 6 dengên zêde ji AKPê stand.

Vê carê jî AKPê ev encam qebûl nekir û daxwaza betalkirina dengên Yalova kir.

Piştî demek dirêj Komîsyona Bilind a Hilbijartinan îro biryara dawî da û hilbijartinên Yalova betal kir û ragihand, roja 1ê Hezîrana îsal car din hilbijartin li Yalova were kirin.

Li ser vê yekê, parlamenterê CHPê yê Yalova Miherrem Înce li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da û ragihand, ev biryar bi fermana serokwezîr hatiye dayîn lê ew serî li ti sazî û dadgehekî nadin çimkî ew dizanin wîjdana gel bi wan re ye lewma di hilbijartinên 1ê Hezîranê de dê dîsa şaredariya Yalova qezenc bikin.

Ne tenê encaêmn hilbijartinên Yalova lê herî kêm encamên hilbijartnên 10 bajar û navçeyên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji ber nerazîbûna hinek partiyan hatibûn betalkirin û biryara hilbijartnên dubare hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst