Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand, ew dê roja 21ê Adarê wekî cejna bihar û biratiyê ragihîne û got, “Ez dê daxwaznameyekê pêşkêşî Parlamentoyê bikim ku bibe betlaneya fermî.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Stenbolê beşdarî merasîma “Nevruzê” bû û gotarek pêşkêş kir.
Recep Tayyîp Erdogan ragihand:
“Em li vir rapirsiyekê bikin, gelo amade ne 21ê Adarê wekî cejna biharê û biratiyê ragihînim?
Ez amade me daxwaznameyekê pêşkêşî Parlementoyê bikim ku bibe betlaneya fermî.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di gotara xwe de got:
“Newroz ne tenê cejna komeke etnîk e, bi Elewî, Sunî, Tirk û Kurd cejna hemû miletê me ye û ya hemû erdnîgariya me ye.
Nevruz sembola herî girîng a çanda me ya hevpar, dîroka me ya hevpar û yekîtiya çarenûsa me ye.
Em di wê baweriyê de ne ku divê em vê taybetmendiya Nevruzê û nirxên ku temsîl dike xurttir bikin.”
Erdogan her wiha da zanîn:
“Em di wê baweriyê de ne ku dem hatiye ku Cejna Nevruzê ku li hin welatên bira cejneke fermî ye, bi hev re pîroz bikin, wekî Roja Hevkariya Tirkan ku em her sal 3ê Çiriya Pêşîn di bin banê Teşkîlata Dewletên Tirk de pîroz dikin.
Di lûtkeya xwe ya li Macaristanê ya meha Gulanê de, em dê pêşniyar bikin ku Cejna Nevruzê ji bo cîhana Tirkan wekî rojeke hevpar a bibîranîn û pîrozbahiyê were pîrozkirin.
Em hêvîdar in ku bi erêkirina birayên me 21ê Adarê bibe rojeke hevpar a bibîranîn û cejnê ji bo cîhana Tirkan û bi vî awayî xizmeta yekîtî û hevgirtina me bike.”
Merasîma Newrozê ya li Stenbolê di demekê de ye ku îro li Ameda Bakurê Kurdistanê şahiya Newrozê ya bi beşdariya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin.
Li Newroza Amedê peyamên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hatin xwendin.
Pîrozbahiyên îsal ên Newrozê di demekê de ne ne ku pêvajoyeke nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û li Rojavayê Kurdistanê jî PYD û ENKS ji bo lihevkirina yekrêziyê nêzîk in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse