Li Tekîrdagê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê barhilgir û minîbûsê li hev xist.

Li gorî agahiyên destpêkê, 5 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn, mînîbusa ku ji navçeya Vîzeyê diçû navçeya Sarayê li taxa Çukuryurtê li barhilgirekê xist û qulibî.

Li ser agahiyê gelek cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.

Hat tesbîtkirin ku 5 kes mirine û 10 kes jî birîndar in.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li derdorê.