Hevpeymaniya Millet protokola xwe ya hevpeymaniyê pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan dike

21-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeymaniya Millet ku ji 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê pêktên roja Sêşemê protokola xwe ya hevpeymaniyê pêşkêşî  Desteya Bilind a Hilbijartinan ya Tirkiyê dike.

Li gor daxuyaniya ku roja Dûşemê 21ê Adara 2023an ji aliyê Partiya Gel a Komarî  (CHP) ve hatiye belav kirin, dê 6 partiyên Hevpeymaniya Millet, roja Çarşemê 22ê Adara 2023an di demjimêra 11.00an de protokola xwe ya hevpeymaniyê pêşkêşî  Desteya Bilind a Hilbijartinan ya Tirkiyê (YSK)  bikin.

Ew protokol bi îmzeya serokê  Partiya Komarî ya Gel (CHP) Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê (DEVA) Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal e.

Civîna yekem a 6 partiyên Hevpeymaniya Millet di 12ê Sibata 2022an de hat kirin û piştre biryar dane di bin navê Hevpeymaniya Millet de beşdarî hilbijartinan 14ê Gulanê bibi û  bo postê Serokkomariyê jî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berbijêrê wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst