Babacan: Divê pirsa Kurd li parlementoyê were çareserkirin

21-03-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Alî Babacan Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan jî got divê pirsa Kurd li parlementoya Tirkiyê were çareser kirin.

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan di bernamyeke televizyonî ya welatê xwe de mijara pirsa Kurd nirxand û got: “ji roja partiya me hatî avakirin û heta niha, em dibêjin divê hemû pirsgirêk li parlementoyê û di zemîna siyaseta rewa ya demokratîk de werin çareser kirin. Çawa divê gelek pirsgirêk li vir werin çareser kirin, bê goman divê pirsa Kurd jî li parlementoyê were çareserkirin.”

Her wiha Babacan di nirxandinên xwe de dibêje parlementoya Tirkiyê temsîla sedê 95ê pêkhateyên Tirkiye dike.

Babacan herwiha got: “Deshilat tenê temsîla bijardeya beşek ji welatiyên me dike. lê li parlementoyê deshilat heye û opozisyon jî heye. sedî 95î welatiyên me diçin ser sindoqan û deng didin û ev parlemento temsîla wan dike. Di her hilbijartinê de beşdariyek baş ya welatiyan di dengdanê de heye û ev tê wê wateyê ku ev parlemento temsîla vîna piraniya welatiyên Tirkiyê dike. Bo wê yekê gotubêjkirin û çareserkirina pirsgirêkan li parlementoyê bijarteya me ya despêkê ye. Ger hinek dibêjin na navnîşaneke din ya pirsgirêkan çareser bike heye bila bibêje, ji ber em navnîşaneke din nasnakin. Deshilat nikare vê pirsê (pirsa Kurd) çareser bike, ji ber înkar dike. Kesê vê pirsê înkar bike nikare çareser bike. Lê belê emê pirsgirêkê di nava yasayê de çareser bikin.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî roja 20ê Adarê 2023ê piştî hevdîtina xwe ya li gel hevserokê HDPê li parlementoya Tirkiyê got, divê pirsa Kurd li parlementoyê were çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst