Li Stenbolê bi hinceta Cemaeta Gulen 14 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, îro 21ê Adarê bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” 14 kes hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi hineta “endamên Cemaeta Gulen”in derbarê leşkerekî berê û 13 xwendekarên leşkerî yên berê û kesekî sivîl de biryara desteserkirinê da.

Polîs îro 21ê Adarê boi desteserkirina 15 kesan de dest bi operasyonê kir û bi ser hejmarek mal de girt. Di operasyonê de 14 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê hatin birin.

Bo desteserkirina kesekî din jî xebatên lêgerînê berdewam in.