Erdogan bi kurmancî, zazakî û soranî Newroz pîroz kir

21-03-2017
RÛDAW
Nîşan Erdogan Newroz Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser navnîşana xwe ya Twitterê bi kurmancî, zazakî û soranî peyama Newrozê weşand û Newroz pîroz kir.

 

Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi boneya hatina Cejna Newrozê li ser navnîşana xwe ya Twitterê bi hersê zaraveyên kurdî, yên kurmancî, zazakî û soranî peyama Newrozê weşand.

 

Erdogan di peyama xwe ya kurmancî de got; “Em Newroza hemû birayên xwe pîroz dikin û em hêvî dikin ku Newroz ji bo hemû dinyayê bibe mizgîniya aştî, aramî, îstikrar û refahê. Roja Newrozê li erdnigariyeke berfireh sembola hatina biharê, sembola biratî, dostî û piştevaniyê ye."

 

Bi zazakî jî Erdogan wiha got; “Ez Newruzê hemı bırayonê xu keno bımbarek. İnşallah Newroz huzur, aşıti, istiqrar u refah rê beno sebeb. Newruz yew Coğrafyaya hira dı bımbarek beno... Newruz wesar temsil keno... Newruz bırati, sulh u hemkari temsil keno."

 

Di peyama soranî de Serokomarê Tirkiyê got; “Newroz li ser vê cografyayê rojeke sembola vejîna xakê, hatina biharê, biratiya navbera gelan, dostanî û bihvre jiyanê ye. Bi vê boneyê ez roja Newroza hemû xwîşk û birayên xwe pîroz dikim. Hêvîdar im Newroz mizgîniya aştî û aramiyê bîne.”

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst