Sezgîn Tanrikulu: We yasaya qeyûman derxist ku nedihat hişê şeytên
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikulu li parlamentoyê behsa qeyûman kir û AK Partî rexne kir.
Sezgîn Tanrikulu di axaftina xwe de got:
“Yasaya qeyûman di parlamentoyê re derbas nebû. Baş e wê demê li Amed, Wan, Mêrdînê derbe çêbû? Ma van şaredariyan darbeya 15ê Tîrmehê kir?
Ji roja ewil a Komarê ve tiştê ku nehatiye hişê ti kesî, tiştê ku nehatiye hişê şeytên, hat hişê we.
We yasaya qeyûman îcat kir ku nayê hişê şeytên.”
“Amed serî natewîne”
Parlamenterê Amedê yê CHPyê Sezgîn Tanrikolu got:
“Amed serî natewîne, Amed îtaet nake, Amed çok nade û ti carî dev ji rûmeta xwe bernade.
Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene.
Birêz Serokkomar Amedê dixwaze, ji parlamenterên Amedê re wisa gotiye.
Ez ji parlamenterê Amedê me. Amed bajarekî kevnar e, bajarekî dîrokî ye, bajarekî nasnameyê ye.
Ez hemû dîrok û kolanên Amedê dizanim. Lewra Amed ne tê xwestin, ne jî tê wergirtin.
Amed serî natewîne, îteat nake û çok nade. Amed dev ji rûmeta xwe bernade.
Rûmeta wê jî dengê wê bi xwe ye. Di heman demê de ev tercîha wê bi xwe ye û dev jê bernade.
“Derbarê Selçûk Mizrakli de dosyayên sexte hatin amadekirin"
Hilbijartinên 2019an çêbûn, hevalê min Selçûk Mizrakli jî endamê vê parlamentoyê bû û derbarê wî de ti lêpirsîn nebûn.
Ji ber ku dizanîn dê were hilbijartin derbarê wî de dosyayên sexte hatin amadekirin.
1ê Nîsanê derbarê betalkirina erkê wî de nivîs hat nivîsandin. Niha careke din hilbijartina 31ê Adarê tê.
Ez ji AK Partiyê dipirsim: 'Bi rastî hûn dê çi bikin? Hûn dê çi bikin? Hûn dê çawa vîna vî gelî tune bihesibînin?'
Binêrin, niha di zanista siyasî de, di pîvanên demokrasiyê de ev tişt hene:
Di komarê de, di demokrasiyê de, li erdnîgariyekê ger civakek an jî mirovên ku xwe ji nasnameya serdest cuda hîs bikin hebin, mafê wan heye ku bi hilbijartinên azad xwe îfade bikin.
Rêya vê jî hilbijartinên herêmî û hilbijartinên giştî ne.
Eger hûn di hilbijartinên herêmî de rê li ber kesên ku xwe ji civaka serdest cuda dibînin bigirin, hûn dê rê li ber tiştên din vekin.
Ji ber wê yekê hevalê me yê AK Partiyî bila neyê vir û pesnê qeyûman nede, şerm e!
“Ma Şaredariya Amedê derbeya 15ê Tîrmehê kiribû?”
Ev kursî, kursiyê demokrasiyê ye. Dema ku qeyûm derket em li vir bûn.
Binêrin ev yasa di vê parlamentoyê re derbas nebû. Yasa derbas nebûye.
Baş e, wê demê li Amedê derbe çêbû? Li Wanê derbe çêbû? Li Mêrdînê derbe çêbû?
Ez ji we dipirsim hevalên birêz: Ma Şaredariya Amedê derbeya 15ê Tîrmehê kiribû? Lê çi bû?
Ji roja ewil a Komarê ve tişta ku nehatiye hişê ti kesî, tişta ku nehatiye hişê şeytên, hat hişê we.
We yasaya qeyûman îcat kir.
Ez careke din dibêjim, we ev biryar piştî derbeya 15ê Tîrmehê bi Rewşa Awarte re girtibû.
Ev yasa di parlamentoyê de derbas nebû.
Belê we wisa kir. Binêrin, têkildarî bertîl û gelekî gendeliyên qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derketin holê.
Dê niha hevalê me were û bêje; ‘Erd tê firotin’
Yawo kî erd difiroşe? Çawa difiroşe? Bi vîna kesekî tê firotin? Bi rêya bazarkirinê tê firotin? Ma bi bertîlê tê firotin?
Hevalno ma bi bihayê ji dehan 1ê nirxê xwe tê firotin yawo? Ma tê firotin?
Ma rêzikanameya herêmê tenê bi îmzeya parêzgar an qeymeqam çêdibe?
Lê belê dê 31ê Adarê careke din ev vîn diyar bibe.”