HUDA PARê çima li Stenbol û Enqereyê namzed dernexistin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê HUDA PARê got, “Ji ber ku Eqere û Stenbol krîtîk in Birêz Serokkomar ji me xwest ku em li wan deran namezedan dernexin. Me jî got 'dibe' û me nemzed dernexistin.”

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu di bernameyeke televîzyonê de derbarê rojevê de daxuyanî da û pirsên ku gelek caran tên pirsîn bersivandin.

Yapicioglu li ser hilbijartinên herêmî behsa hevdîtinên xwe yên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û şandeyên AK Partiyê re kir.

Yapicioglu destnîşan kir ku HUDA PAR dê li seranserê Tirkiyeyê bi logo û namzedên xwe bikeve hilbijartinê.

Serokê HUDA PARê Yapicioglu da zanîn ku bi piştî hevdîtinên bi Erdogan û şandeya AK Partiyê re komîsyon hatine avakirin lê xwestekên wan ji hev dûr bûne.

Yapicioglu li ser hevdîtinên tifaqê yên bi AK partiyê re wiha got:

"Me pêşniyar kir ku li hinek şaredariyan piştgiriyê bidin namzedên me û em jî li hin şaredariyan piştgiriyê bidin namzedên AK Partiyê.

Me daxwaz kir ku di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê li gelek bajar û navçeyan piştgiriyê bidin namzedên me.

Di encamê de, me di civîna xwe ya yekem de behsa şaredariyeke mezin, du bajar û çend navçeyan kir lê ev yek ji aliyê şandeya AK Partiyê ve nehat qebûlkirin.

Wan got ku ew tenê dikarin di endamtiya encûmenên şaredariyan de di lîsteyên xwe de cih bidin hevalên me.

Ev jî ji bo me ne tiştekî wiha bû ku bihata qebûlkirin.”

“Em meyla xwe didin ser Êlihê”

Heriwha Yapicioglu diyar kir ku ew difikirin ku di hilbijartinên herêmî de zêdetirî şaredariyekê bi dest bixin û got:

“Riha û Çewlîg hene. Em meyla xwe didin ser Êlihê. Em meyla xwe didin ser gelek navçeyan.”

Yapicioglu diyar kir ku di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de li seranserê Tirkiyeyê bi logo û namzedên beşdarî hilbijartinan dibin.

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu wiha pê de çû:

“Me ji 30 bajarên mezin li 26an namzetên xwe derxistin. Me li tevahiya 51 bajaran namzetên xwe derxistin.

Bi giştî em li her 81 parêzgehan bi logo û namzetên xwe beşdarî hilbijartinan dibin.

Li Stenbolê 39 navçe hene. Li van her 39 navçeyan namzetên me yên şaredarî û meclîsên şaredariyan hene.

Li her 25 navçeyên Enqereyê hene. Li Îzmîrê 30 navçe hene. Li her 30 navçeyan namzedên me yên şaredarî û meclîsên şaredariyan hene.

Li her 17 navçeyên Bursayê namzedên me yên şaredarî û meclîsên şaredariyan hene.

“Serokkomar ji me rica kir”

Yapicioglu li ser hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re wiha got:

Di hevdîtina dawî ya şandeyên me ya bi Birêz Serokkomar re me li hev kir ku dê li seranserê welêt tifaqek pêk neyê, ango şertên me li hev nehatin.

Ji ber ku Eqere û Stenbol krîtîk in Birêz Serokkomar ji me xwest ku em li wan deran namezedan dernexin. Me jî got 'dibe' û me namzed dernexistin.

Piştre me Îzmîr û Bursa jî lê zêde kirin. Di encamê de me ragihand ku em dê li van 4 bajarên mezin namzedên şaredariyê destnîşan nekin.”