Nîqaşên li ser DEM Partî û Stenbolê didomin: Daxuyaniya fermî hat

21-02-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dihat îdakirin ku DEM Partiyê li Stenbolê ji bo hilbijartinên xwecihî, di dema xwe de serlêdan nekiriye.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Stenbolê têkildarî serlêdana DEM Partiyê daxuyanî da û biryara xwe eşkere kir.

Ji bo hilbijaritinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an, demjimêr 17:00ê Sêşemê 20ê Sibata 2024an dema dawî bû ku partiyên siyasî lîsteyên berbijêrên xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê yên li bajaran bikin.

Dihat îdakirin ku DEM Partiyê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê serlêdana xwe dereng kiriye û Desteya Bilind a Hilbijartinan a Stenbolê serlêdana wê qebûl nekiriye.

Ev îdia bûn sedema karvedanan.

“Nerazîbûnên me berdewam in”

Serokwekîlê Grûpa DEM Partiyê Sezaî Temellî ji televîzyoneke Tirkiyeyê re derbarê mijarê de axivî û got:

“Di rê de bûyereke trafîkê çêbûye û ji ber wê dereng mane lê hevalên me hîn saet 17:00 kêm 5 xulekan li wê derê bûn.

Niha nerazîbûnên me berdewam dikin. Em jî nizanin çima serlêdan nayê qebûlkirin.”

“Me serlêdan kir pirsgirêk nîne”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li ser van îdiayan ji medyaya Tirkiyeyê re ragihand ku wan di dema xwe de serlêdan kiriye û di vê mijarê de ti pirsgirêk nîne.

“Ew spekulasyon ji rastiyê dûr in”

DEM Partiyê bixwe jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:

Me ji bo berbijêriya Şaredariya Mezin a Stenbolê di dema xwe de serlêdan kiriye.

Ew spekûlasyonên ku tên kirin ji rastiyê dûr in.”

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Stenbolê biryara xwe ragihand

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Stenbolê diyar kir ku DEM Partiyê demjimêr 16:55an serlêdan kiriye û demjimêr 17:14an jî lêkolîn bi dawî bûne.

Desteya Bilind a Hilbijartinê eşkere kir ku dê DEM Partî li stenbolê bikeve hilbijartinê.

9ê Sibata 2024an DEM Partiyê ragihandibû ku berbijêrên wan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst