Jinbava xwe li kolanê kuşt û reviya

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Gazîosmanpaşayê ya Stenbolê, kesekî 24 salî jinbava xwe li kolanê kuşt û reviya.

Dema jina bi navê Dîlek Y. (38) li Taxa Fevzi Çakmakê bi rê ve diçû kurhiliyê wê yê 24 salî bi demançeyê gule berda serê wê û reviya.

Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û wan tesbît kir ku Dîlek miriye.

Polîsan bi rêya kamerayên ewlehiyê destnîşan kir ku kujer kurhiliyê (nevisî) wê Ozkan Y. (24) ye.

Polîsan hevjînê Dîlekê Mehmetcan Y. (45) desteser kir û ji bo dîtina Ozkan xebatên wan berdewam dîtin.

Li hêla din, dema êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hat qeydkirin.