Sancar bo AFADê: Cihêkirina zimanê Kurdî û zimanên din nayê qebûlkirin

22-02-2023
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Kurdî AFAD Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar derbarê nebûna xizmeta  zimanê Kurdî  û beşek ji zimanên di karûbarên lêgerîn û rizgarkirinê de rexne li Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) girtin û got: “Di  karên lêgerîn û rizgarkirinê de cihêkirina zimanê Kurdî û beşek ji zimanên din nayê qebûlkirin. Ev yek ne mirovî ye.”

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar roja Sêşemê 21ê Sibata 2023an di civîna firaksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Piştî erdhejên 7.7 û 7.6  Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez di karên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de tenê bi zimanê Tirkî xizmetên cuda didan. Mîthat Sancar  li ser vê mijarê rexne li AFADê girtin û got: “Cihêkirina zimanê Kurdî û beşek ji zimanên din nayê qebûl kirin û ev yek ne mirovî ye.”

Hevserokê HDPê balkişand ser rewşa koçberek Sûrî ku di erdhejê de ji ber nezanîna zimanê Tirkî banga alîkariyê nedikir û got: “Ev dram bi salan nayê jibîrkirin.”

Mîthatr Sancar wiha axivî “Di serî de AFAD di karên lêgerîn û rizgarkirinê de cihêkirina zimanê Kurdî û beşek ji zimanên din nayê qebûlkirin. Ev yek ne mirovî ye û bê wijdanî ye. Drama  koçberek Sûrî ku di bin kavilan de mabû  û digot “min zimanê Tirkî nedizanî, ez ji axaftina Erebî jî tirsiyam ku alîkarî neyê”  bi salan nayê jibîrkirin. Eger hûn van zimanan tinebihesibînin hûn dê çawa qêrînan bibîhîzin? “

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst