Kiliçdaroglu: Em dê firotina yekeyên niştecihbûnê bo biyaniyan 5 salan qedexe bikin

21-02-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî ya (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand eger ew hatin ser desthilatê dê bo dema 5 salan li Tirkiyê firotina yekeyên niştecihbûnê bo biyaniyan qedexe bikin û got :”Heta nirx erzan nebin ev qedexe nayê rakirin.”

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî ya (CHP) Kemal Kiliçdaroglu roja Sêşemê 21î Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û derbarê newergirtina  baca KDV di kirîna xaniyan de ji biyaniyan û bihabûna xaniyan karvedan nîşanî hikumeta Tirkiyê dan.

Kiliçdaroglu ragihand eger ew bûn desthilat dê bo dema 5 salan firotina yekeyên niştecihbûnê  bo kesên biyanî qedexe bikin û got heta nirxê xanî û yekeyên niştecihbûnê li Tirkiyê erzan nebin ew vê qedexeyê ranakin.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje “Dema welatiyên me yekeyên nû yên niştecihbûnê dikirin, ji xaniyên heta 150 metrekare ji sedî 8 û dema metrekareya wê zêdetir jî be ji sedî 18 baca KDV ji wan tê wergirtin. Kesên biyanî jî bi mercê ku dirav bînin welat vê bacê nadin. Kesên biyanî bi vê asankariyê xaniyan bi nirxên bilind dikirin û nirxên wan zêde dikin.”

Serokê Giştî yê CHPê rexneyan li hikumeta Tirkiyê digire û dibêje: “Li welatê erdhejê û bi milyonan kesên bê xanî, sîstemek wiha avakirine ku sivkatiyê bi welatiyan dike. Ev sîstemek rezîl û şerpeze ye. Dema em hatin em dê firotina yekeyên niştecihbûnê bo  dema 5 salan asteng bikin û heta ku nirx erzan nebin ew qedexe ranabe.”

Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkityê (TUÎK) tenê di Çileya îsal de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 hezar û 161 xanî û yekeyên niştecihbûnê bo kesên biyanê hatine firotin.

TÛÎK dibêje ji tevahiya 97 hezar û  708  xanî û yekeyên niştecihbûnê yên ku  di Çileya îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine firotin, ji sedî 4.3ê wan bo kesên biyanî hatine firotin.

Welatiyên Rûsyayê bi kirîna hezar û 557 yekeyên niştecihbûnê di rêza yekem de ne. Piştî Rûsyayê welatiyên Rojhilatê Kurdistan û  Îranê  bi kirîna 526 yekeyên niştecihbûnê di rêza dûyem de ne. Welatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê jî bi kirîna 229 xanî û yekeyên niştecihbûnê di rêza sêyem de ne ku meha borî herî zêde xanî û yeke  li Tirkiyê kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst