DOZA DÎAYDERÊ - 23 kes ji ber xutbe û weazên Kurdî tên darizandin

21-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza DÎAYDERê de ku 23 kes ji ber xutbe û weazên Kurdî tên darizandin, dozger xwest Karabey bê berdan û Baran û 6 kesên din jî girtî bimînin.

Rûniştina doza Serokê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) Ekrem Baran û 8 jê girtî 23 melayên ku têde tên darizandin li 14emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê ya Stenbolê berdewam e. Rûniştina doza DAYDERê ku demjimêr 10:00  destpê kir, tê texmînkirin ku îro derbarê 23 kesên tên darizandin de biryar bê dayîn.

Mele Fevzî Barişê ku Tirkiya wî qels bû parastina xwe ya nivîskî bi zorê xwend. Dema serokê dadgehê zehmetî kişand, yek bi yek derbarê sûcan de pirs dubare kirin. Lê ligel vê jî parêzeran daxwaza wergêr nekirin.

Mele Îbrahîm Yalin jî di parastina xwe de got: "Bi ser mala min de girtin. Psîkolojiya zarokên min têk çû. Dema min ji polîsan re got zarok hene, got, `Ez ê bi çekê te bikujim`. Tevî ku me tiştek nekir jî we em girtin."

Mele Lutfu Buyukel jî parastina kir û got: "Ji sala 2013an ve ez melayekî rûmetê me. Heta ez hatim desteserkirin û hatim Stenbolê min nizanibû çima hatim desteserkirin. Min ev weaz dan ji ber ez mirov im. Ji min re gotin tu fermanê ji kê distînî. Wek em ji rêxistinê fermanan werdigirin tevgeriyan. Ez di derbarê dîn de fermanan ji te kesî nastînim. Ne dewlet, ne rêxistin. Ev ne hedê kesî ye. Qaşo ez berpirsê sivîl ê rêxistinê me. Di navbera min û Qendîlê de çend kîlometre ye dema ez li Muş Malazgîrt im? Ez çawa dikarim heman şevê biçim Qendîlê û vegerim? Vê lêko0lîn bikin. Eger peywendiya min bi Qendîlê re hebe, wek dewletê derxînin holê. Eniya min vekirî ye û serê min bilind e. Ji ber serdegirtina malê û tiştên wê demê ji me re hatin gotin, psîkolojiya zarokên min hê jî xirab e. Îmkanên min ên ku wan bibim nexweşxaneyê jî nînin.”

Mele Abdulhalîm jî got: "Ez neçûme dibistanê. Tirkiya min qels e, dadger. Ez 77 salî me. Ez qet neçûm qereqoleke polîsan an jî girtîgehekê. Bi Xwedê ez yekem car wek mirov afirandim. 27 sal e dema hejaran dibînim dibim alîkar. Heta îro min zerar nedaye ti mirovekî. Ez nizanim te ji bo çi gazî min kir. Ez bêguneh im."

Di doza DAYDERê de ku 23 kes ji ber xutbe û weazên Kurdî tên darizandin, dozger xwest Karabey bê berdan û Baran û 6 kesên din jî girtî bimînin. Dadgehê demjimêrek navber da rûniştinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst