Selda Bagcan: Di her ketina girtêgehê de tazî hatim lêgerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Selda Bagcan diyar kir ku ew sê caran ketiyê girtîgehê û got “di her ketina girtîgehê de ez tazî hatim lêgerandin. Ji kesên ku naxwazin fam bikin re tê ragihandin”

Selda Bagcan li ser hesabê xwe yê medya civakî di derbarê mijara lêgerîna tazî de daxuyaniyek belav kir.

Bagcan di parvekirina xwe de wiha got “Ji ber stranên xwe ez sê car ketim girtîgehê. Heman stran niha li cîhanê  bi nav û deng in. Û ez di  her ketina girtêgehê de tazî hatim lêgerandin. Ji kesên ku naxwazin fam bikin re tê ragihandin!”

Îdîayên `lêgerîna tazî` ya di girtîgehan de duh dîsa di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de dîsa hatibû rojevê.

Wekîla Serokê Koma Ak Partiyê îdîayên `lêgerîna tazî` ya di girtigehnad de red kir û gotibû “jina birûmet û biexlaq salekê li bendê namîne.” Ev axavtin di parlamentoya Tirkiyê de bû sedema bertekan.

Wekîla Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş axavtina Ozlem Zengîn wek bextreşî binav kir. Li ser vê yekê Zengîn got “ ez heman wisa dibêjim. Beştaş wiha bersiv da “Ez cihê kirina jinan ya wek `jinên biîfet` û `jinên birûmet` qet qebûl nakim. Hemû jin birûmet, biîfet in, îfet li gorî min û te nayê guhertin, ez vê yelê red dikim.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen jî di derbarê axftina Ozlem Zengîn de di parvekirinekî wiha dibêjê “Tu xeletî Xanima Ozlem, hîs ya mahremiyet, şerm û exlaqa ku tu behs dikî, jinek ne salek, heta emrê wê hebe, dikarê wê bêdeng bike.”