Dadgehê Demirtaş bi cezayê zîndanê mehkûm kir

Navenda Nûçeyan – Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ji aliyê Dadgeha 2yemîn a Asilye ya navçeya Bazîd a ser bi parêzgeha Agiriyê, bi 5 meh cezayê zîndanê hat mehkûmkirin.

 

Li gorî agahiyan, îro sêşemî 21ê Sibata 2017ê, ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş re bi hinceta “Bêrêzî li neteweya Tirk, li dewleta Komara Tirkiyê û saziyên dewletê kiriye” 5 meh cezaya girtîgehê hate dayîn.

 

Dadgeha 2yemîn a Asliyeyê ya Bazîdê, di derheqê  Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de bi hinceta ““Bêrêzî li neteweya Tirk, li dewleta Komara Tirkiyê û saziyên dewletê kiriye” 5 meh cezaya girtîgehê da.