Parlamenteriya Figen Yuksekdag hate betalkirin

21-02-2017
RÛDAW
Nîşan HDP Figen Yuksekdag Parlamenterî Tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag ji parlamenteriyê hat xistin.

 

Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi tohmeta “propagandaya terorê” li ser parlamentera HDPê Figen Yuksekdag biryara xwe sepand.

 

Yuksekdag ji ber “propagandaya terorê” dosya jê re hatibû vekirin, lewma nêzî 3 meh in li zindanê ye.

 

Piştî ku biryara darazê ya di derheqê Figen Yuksekdag de tekez bû, ev biryar ji aliyê dadgehê ve pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê hate kirin û li ser vê biryarê, parlamenteriya wê ji destê wê hate girtin.

 

Herwiha Parlamenterê HDPê yê Amedê Îdris Baluken jî ji aliyê dadgeha Amedê ve di 30ê Çileya 2017an de hatibû berdan, lê ji ber îtîraza dozgeriyê di 17ê Sibatê de biryara desteserkirinê wî cardin hatibû dayîn, li ser vê biryarê, Baluken li Enqerê cardin hate desteserkirin.

 

Ji meha Mijdar a sala par ve 13 parlamenterên HDPê hatine desteserkirin û 10 ji wan hêj nehatine berdan, ku Hevserokên HDPê Selahettin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî di nav wan kesan de ne. Herwiha çend şaredarên HDPê jî hêj li girtîgehan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst