Baykal bo Ahmet Turk: Em niha di rewşek xweş de ne

Enqere (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Mêrdînê Ahmed Turk ku bi biryareke hikûmeta Tirkiyê ji kar hatiye dûrxistin, bi Serokê Berê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Deniz Baykal re hevdîtin kir.

 

Gava Ahmed Turk li girtîgehê bû, Deniz Baykal çûbû serdana malbata wî, li ser vê yekê Ahmed Turk jî piştî ku ji girtîgehê derket, çû serdana Deniz Baykal.

 

Ahmed Turk ji ber nexweşiya xwe, ji girtîgehê hatibû berdan. Piştî berdanê, Turk îro bo yekemîn car beşdarî di civîna partiya xwe ya li Parlementoya Tirkiyê de kir.

 

Piştî civînê jî bi Serokê Berê yê CHPê Deniz Baykal re hatin ba hev.

 

Piştî civînê, Ahmed Turk di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Bi Birêz Deniz Baykal re her çi qas ramanên me yên siyasî û cîhanî cuda bin jî, li ser vê mijarê hewldanên wî yên mirovane çêbûn. Ez dixwazim li ber we spasiya xwe pêşkêşî wî bikim.”

 

Deniz Baykal jî piştî Ahmed Turk axivî û got: “Niha em di qonaxeke baş de ne. Îro Birêz Turk li ba me ye û li ser piya ye. Ji ber ku min ew bi sihet dît, kêfxweş bûm. Înşallah ev bûyer dubare nebin.”

 

Li ser pirsa rojnamevanan a weke “Hûn dê bi Devlet Bahçeli re hevdîtin pêk bînin an na?” wiha bersiv da:

 

“Ez dixwazim spas bikim. Ez dê yan bi telefonê lê bigerim yan jî rû bi rû spasiyê bikim. Bi hesteke mirovane wî ez vexwendim. Ezê jî spas bikim. Ramanên me cuda ne, lê vexwendina wî ya mirovane giring e.”