“Bakurî dibêjin, kurdî têra axaftin û jiyaneke modern nake!”

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Komeleya Sînemager û Televîzyongerên Kurd (Kursî-Kurd) Salih Silêmanî, li ser rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê got, piraniya Bakuriyan wisa hizir dikin ku kurdî têra axaftinê û jiyanê nake! Silêmanî bang li rêber û pêşengên Bakur kir, bi kurdî xebat bikin!

 

Îro, Roja Zimanê Dayîkê ye. Bi vê helkeftê, berpirsê komeleya KUSÎ-KURD, Salih Silêmanî tevlî bultena saet 14:00 a Rûdawê bû û bersiva pirsên Pêşewa Hewramî da.

 

Salih Silêmanî, li ser rewşa zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê got, kurdên Bakur di jiyanê de bi kurdî xeber nadin û pir di bin bandora tirkî de ne. Kurdên ku ji beşên din ên Kurdistanê diçin Bakur jî neçar dimînin tirkî fêr bibin.

 

Silêmanî anî ziman ku hebûna Kurdan girêdayî hebûna ziman wan e. Eger zimanê kurdî nemîne wê çaxê ferqa Kurdan bi tirk û farsan re namîne. Silêmanî wiha domand:

 

“Divê hişmendiya ziman di nav me Kurdan de çêbibe. Ev jî girêdayî hesta netewîbûnê ye. Kurd li Bakur, zêde zêde di bin bandora tirkî, tikran û jiyana tirkî de ne…”

 

Berpirsê komeleya KUSÎ-KURD her wiha diyar kir ku sîstema kemalîst a Tirkiyê wisa kiribû ku Kurdan destpêkê şerm dikirin bi kurdî xeber bidin paşê jî kurdî hat qedexekirin. Lê ew gelên ku zimanê wan hatine qedexekirin, bi hewlên şexsî zimanê xwe diparêzin li nav Kurdan de tiştekî wisa tine…

 

Li gorî wî kurdîzanê Bakurî, ji bo çareserkirina wê arîşeyê, divê li Bakur seferberiya giştî were ragihandin.

 

Salih Silêmanî, destnîşan kir ku li Bakur her tişt li ser siyasetê ava bûye û polîtîze bûye. Ji be wê jî eger partiyên siyasî û rayedarên partiyan girîngiyê bidin zimanê xwe wê demê gel jî dê li wan binêre û girîngiyê bide zimanê xwe. Ji be wê jî divê partiyên siyasî û saziyên zian ji gel re behsa zimanê kurdî bikin…

 

Silêmanî her wiha ragihand ku heta niha jî hinek kurdên Bakur wisa hizir dikin ku kurdî têra axaftinê, nivîsandinê û jiyaneke modern nake, divê ev hişmendî were şikandin.