Kurd di Roja Zimanê Dayikê de dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî

 

Stenbol (Rûdaw) – Serokê Enstîtoya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, bi helkefta roja zimanê dayikê got, heta hebûna kurdan bi fermî li Tirkiyê neyê qebûlkirin zimanê kurdî pêş nakeve.

 

Roja 21ê Sibatê li seranserê cîhanê wek roja zimanê dayikê tê pîrozkirin, kurd jî bi heman armancê di vê rojê de çalakiyan li dar dixin.

 

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ku bi milyonan kurd lê dijîn, roja zimanê dayikê bi çalakiyan hat pîrozkirin.

 

Kurd vê rojê dikin hêcet û dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî li Tirkiyê.

 

Her çiqas rayedarên hikûmetê dibêjin ku astengiyên li hember qedexebûna zimanê kurdî hatine rakirin lê hê jî kurd û saziyên kurdî vê yekê rexne dikin.

 

Serokê Enstîtoya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, li ser vê mijarê got, heta niha li Tirkiyê kurd nebûne xwediyê statûyekê û bi fermî hebûna kurdan nehatiye qebûlkirin ji ber wê jî ti gavek bo pêşxistina zimanê kurdî nehatiye avêtin…